Komên çekdar ên Iraqê dest bi kampanyayeke kirîna kartên dengdanê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Belavbûna çend tomarên dengî yên serkirdeyên komên milîşyayan û aliyên desthilatdar ên Iraqê ji bo kirîna dengên welatiyan ji bo hilbijartinên bên ên Iraqê li ser torên civakî deng vedide.

Her ku her pêvajoyeke hilbijartinan li Iraqê nêzîk dibe, çi kesek matmayî nabe dema dibihîze ku deng tên kirîn û firotin û partiyên desthilatdar bi rêya gef û tirsandinê bizavan dikin ku dengên welatiyan bi dest bixin.

Belavbûna çend tomarên dengî yên berpirsên komên milîşyayan û kesên bi bandor li ser torên civakî di rojên borî de delîlê herî nêzîk ê vî ketwarî ye ku li Iraqê heye. Ew tomar jî li ser astekî berfireh bûne sedema nîqaşeke siyasetî.

Di çend rojên borî de tomareke dengî ya serkirdeyekî koma Esaîb Ehlul Heq a ​​girêdayî Qeys Xezelî bi navê Heyder Fincan belav bûye, ku tê de gefên derxistina çekdarên koma xwe dike, ên ku qeyda xwe ya dengdanê nû nekiriye.

Heyder Fincan ji alîgirên koma xwe re dibêje, "Tenê pênc rojên we hene ku hûn qeyda xwe nû bikin." Daxwazê ji fermandarên yekîneyên çekdar jî dike ku, divê lîsteke navên çekdarên wan tevî kopiyeke forma nûkirina qeyda dengdanê û formên xwarinê bidin destê wan, da ku ew bizanin kê qeyda xwe ya dengdanê nû kiriye û kê nû nekiriye. Şertek din jî ew e ku, divê hemî endamên malbatên çekdaran jî deng bidin namzetên Esaîbê, wekî din ew ji kar tên dûrxistin û êdî mûçeyê wan nayên dan.”

Tomareke dengî ya din jî, ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, diselimîne ku çawa deng li zanîngeh û peymangehan jî têne bikaranîn. Mamostayekî Zanîngeha Ferahidiyê ya taybet, bi navê Ehmed Macid, ku xwediyê wê zanîngehê Muhsin Mendelawî yê Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Çarçoveya Hevahengiyê ye, pêşniyara kirîna dengan bi nimreyên zanistî ji xwendekaran re dike. Ew mamosta daxwaza dengên xwendekaran û endamên malbatên wan ji bo Mendelawî dike, li beranberî wê yekê jî ew ji aliyê darayî û zanistî ve hêsankariyan ji xwendekaran re dikin.

Ew mamosta daxwaza kartên dengdanê ji xwendekar û malbatên wan dike û sozê dide wan ku, ew helwesta wan nayê jibîrkirin û xwendekarên ku mane bi ser dixin û ji bo xercên xwendinê yên zanîngehê û pêdiviyên din jî alîkariya wan dikin. Ew wan haydar jî dike ku, Nivîsgeha Mendelawî li nav zanîngehê pêşwaziya wan xwendekaran dike yên ku dengê xwe didin Mendelawî. Ji bo wergirtina kartên dengdanê ji xwendekaran jî, ew seet 13:00ê nîvroya roja paştir destnîşan dike.

 
Fly Erbil Advertisment