Trump ji bo rawestandina xwenîşandanên Los Angelesê ‘Zêrevanên Niştîmanî’ dişîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ji bo rawestandina xwenîşandanên li Los Angelesê ‘Zêrevanên Niştîmanî’ dişîne, parêzgarê Kalîforniyayê jî rexneyê li wê pêngavê digire.

Xwenîşanderên Amerîkayî li ser xwenîşandanên berfireh li dijî kampanyayên dersînorkirin û girtina penaberan li Los Angeles û Kalîforniyayê berdewam in û polîs ji bo belavkirina wan gaza rondikrêj bi kar tînin.

Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt di ragihandinekê de amaje da ku, bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, du hezar ‘Zêrevanên Niştîmanî’ ji bo Kalîforniyayê hatine şandin da ku xwenîşandanên neqanûnî bidawî bikin.

Demokrat di kampanyaya dersînorkirin û girtina penaberan li Los Angeles û Kalîforniyayê de piştgiriyê nadin Serokê Amerîkayê, vê yekê birêveberiya Trump nîgeran kiriye.

Berdevkê Koçka Spî di ragihandina xwe de rexne li berpirsên Demokrat ên wîlayeta Kalîforniyayê girt, amaje jî da ku wan ji bo bidawîanîna xwenîşandanan wekî pêdivî kar nekiriye û ew wekî "berpirsên lawaz" binav kirin.

Ji aliyekî din ve jî Parêzgarê Wîlayeta Kalîforniyayê Gavin Newsom di postekê Tora Civakî ya Xê de biryara Trump a şandina ‘Zêrevanên Niştîmanî’ wekî "bêrêzî û xweberçavkirinê" binav kir û got ku, "şandina du hezar endamên Zêrevanên Niştîmanî aloziyan zêdetir dike."

 
Fly Erbil Advertisment