Şîe dixwazin bo çend armancan deriyê Encûmena Nûnerên Iraqê vekin

Rûniştineke Encûmena Nûnerên Iraqê
Rûniştineke Encûmena Nûnerên Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Şîe yên Iraqê dîsa li ser guhertina qanûna hilbijartinan gengeşeyan dikin û dixwazin rûniştinên civatê ji bo guhertina çend qanûnan dest pê bikin.

Ev çend hefte ye ku Deriyê Encûmena Nûnerên Iraqê girtî ye û hêzên siyasî jî dixwazin di vê gerê de daxwazên xwe bi cih bînin.

Medyayên Iraqê ragihandiye ku, biryar e piştî temambûna bêhnvedana Cejna Qurbanê, endamên Encûmena Nûnerên Iraqê yên Şîe dîsa vegerin civatê, da ku çend qanûnan sererast bikin.

Qanûna hilbijartinan yek ji wan qanûnan e yên ku hêzên Şîe dixwazin çend madeyan jê biguherînin, lê komîsyon bi qanûna heyî amadekariyên xwe didomîne û hêzên siyasî li ser vê bingehê ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de dimeşin.

Di civîna dawiyê ya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan de, serkirdeyan li ser wê yekê li hev kiriye ku, qanûnê biguherînin ku 80% dengên serokên lîstan û 20% namzedan bê belavkirin. Ev jî ji bo vegerandina hevsengiyê û rêgirtina li parçebûna dengan e.

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Mensûr Merîd got, "Di vê demê de guhertina qanûna hilbijartinan mistehîl e, ji ber ku aliyek piştgiriyê dide wê û aliyê din li dijî wê ye."

Lijneya Qanûnî ya Encûmena Nûnerên Iraqê heta niha haydarî wê pirsê nîne û Endamê Lijneya Qanûnî ya Encûmena Nûnerên Iraqê Yadgar Mehmûd ji Kurdistan24ê re got, “Ev mijar nehatiye gengeşekirin, lê eger Şîe bixwazin dikarin wê bi piraniya dengan derbaz bikin.”

Endama Encûmena Nûnerên Iraqê ya Sune Necat Taî jî got, “Hêzên Şîe li hev kiriye ku, rêjeya qanûnî temam bikin û qanûna hilbijartinan û desteya petrol û gazê ya Heşda Şebî biguherînin.”

Fly Erbil Advertisment