Idlib: Di êrîşên bi dronan de 3 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgehên ragihandinê yên Sûrî ragihandin, li parêzgeha Idlibê, di du êrîşên cuda de ku bi dronan hatin pêkanîn, 3 kes hatin kuştin. Tê texmînkirin ku dronên ku êrîş pêk anîne yên Hevpeymaniya Navdewletî ne.
Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê diyar kir, di êrîşa yekem de, li ser rêya di navbera Sermeda û Beredqelî de li bakurê Idlibê, du kesên ku nasnameya wan nehatiye zanîn û li ser motorsîkletekê bûn, hatin kuştin.
Di êrîşeke din de, li ser rêya bajarokê Etmê yê li bakurê Idlibê, dronekê kesekî din kir armanc û di encamê de ew kes hat kuştin. Hin malperan îdia kirin ku kesê ku hatiye kuştin endamê rêxistina "Huras El-Dîn" (Pasewanên Olê) bû, ku ji aliyê Amerîkayê ve tê şopandin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di 31ê Çileya borî de ragihandibû, wan serkirdeyê payebilind ê rêxistina "Huras El-Dîn", Mihemed Selah Zubêr, di êrîşeke asmanî de li bakurê rojavayê Sûriyeyê kuştiye.
Rêxistina "Huras El-Dîn" di sala 2018an de piştî ku ji "Heyet Tehrîr El-Şam" veqetiyabû, hat damezrandin û pabendbûna xwe bi rêxistina El-Qaîde ragihandibû. Lê belê, piştî rûxana rejîma Beşar Esed, rêxistinê daxuyandibû ku wan xwe hileşandiye û tekez kiribû ku "erkê wan li Sûriyeyê bidawî bûye".