Peywendiyên Hewlêr – Bexdayê li Encûmena Asayişê tên gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) îro 10ê Hezîranê li ser rewşa Iraqê dicive. Tê payîn ku di civînê de Nûnerê Taybet ê NY ji bo Iraqê raporekê li ser rewşa siyasî, ewlekarî û mirovî ya welat pêşkêş bike û bi taybetî behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.
Li gorî zanyariyan, tê çaverêkirin ku hin welatên endam di civînê de pêşwaziyê li biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya xwe-hilweşandinê bikin, ku armanca wê bidawîanîna şer û pevçûnên li gel Tirkiyeyê ye.
Krîza mûçeyan û pîwendiyên Hewlêr-Bexdayê
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Iraqê Mihemed Hessan di civînê de, dê raporekê li ser geşedanên dawî yên li Iraqê pêşkêş bike. Tê payîn ku beşeke girîng a raporê li ser aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de be.
Ev yek di demekê de ye ku bi biryara Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye ragirtin û heta niha ti çareseriyek ji bo vê kêşeyê diyar nîne. Ev rewş bûye sedem ku têkiliyên di navbera her du aliyan de roj bi roj ber bi xirabûnê ve biçin.
Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dikin ku wan hemû pabendiyên xwe yên di çarçoveya yasaya budceya giştî ya federal de bi cih anîne, lê hikûmeta Iraqê bi hincetên cuda mûçeyên fermanberan ranade û bi vê yekê dixwaze "bi awayekî bikomî xelkê ceza bike".