Austriya: Di êrîşeke çekdarî li ser dibistanekê de 10 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Graz, duyemîn bajarê herî mezin ê Austriyayê, îro 10ê Hezîranê di êrîşeke çekdarî de li ser dibistaneke amadeyî, li gorî agahiyên dawî 10 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn. Polîs ragihand ku êrîşkar xwendekarekî heman dibistanê ye û dibistan hatiye valakirin.

Ajansa Nûçeyan a Austiryayê ragihand, di êrîşê de 10 kes hatine kuştin. Berî wê jî, dezgehên din ên ragihandinê hejmara kuştiyan weke 5 kes ragihandibûn. 

Berdevkê Polîs Fritz Grundnig ji televîzyona fermî (ORF) re diyar kir, di nav birîndaran de xwendekar û mamoste hene û birîna hinek ji wan giran e.

Polîsê Awistiryayê da zanîn, piştî bihîstina dengê teqeyan, ew yekser çûne cihê bûyerê. Her wiha hat gotin ku li kolana "Dreierschützengass", ku dibistan lê ye, "operasyonek berfireh" didome, lê derbarê hûrgiliyên zêdetir de agahî nehatin dayîn.

Ev ne yekem bûyera tundûtûjiyê ye ku di van demên dawî de li Awistriyayê rû dide. Di meha Sibatê de jî, li başûrê welat, penaberekî Sûrî yê 23 salî bi kêran êrîş kiribû û di encamê de kesekî temenbiçûk kuştibû û 5 kesên din jî birîndar kiribûn.