Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, dezgeha “Visit Kurdistan”ê tê ragihandin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi armanca pêşxistina sektora geştiyariyê û kişandina geştiyaran ji bo Herêma Kurdistanê, dezgeha “Visit Kurdistan”ê tê ragihandin.

Dezgeha “Visit Kurdistan”ê îro (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) li Hewlêrê tê ragihandin, ku bizavê dike jêrxaneyeke pêdivî ji bo sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê çê bike.

Di vekirina dezgeha “Visit Kurdistan”ê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî firçeyekê xêzkirinê rakir û dest bi xêzkirinê kir, di dû re serdana pişkên din ên wê dezgehê kir.

Ev dezgeh ji bo 500 kesan derfetên karî peyda dike, ku sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê pêş dixe û herwesa ji bo çêkirina jêrxaneyeke geştiyariyê ya pêdivî li Herêma Kurdistanê dixebite.

Berdevkê wê dezgehê Helmet Kêsteyî ji Kurdistan24ê re got, "Visit Kurdistan dezgeheke nehikûmî ye ku ev zêdetirî salekê ye hatiye damezrandin, di sektora geştiyariyê de dixebite û armanca wê ew e ku cihên xwezayî yên Kurdistanê nîşanî cîhanê bide."

Berdevkê “Visit Kurdistan”ê amaje jî da, "Armanca wê dezgehê pêşxistina sektora geştiyariyê û kişandina geştiyarên navneteweyî bo deverên Kurdistanê ye." Herwesa got, "Em bizavê dikin ku heta sala 2035ê zêdetirî 20 milyon geştiyaran bînin Herêma Kurdistanê. Herwesa ev dezgeh ji bo zêdetirî 500 kesan derfetên karî peyda dike.”

Helmet Kêsteyî ron jî kir, "Visit Kurdistan ji bo çêkirina jêrxaneyeke pêdivî ji bo sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê dixebite, herwesa xizmetên wekî dabînkirina otel, cihên manê û kirîna bilêtan li ser malperekê ji geştiyarên biyanî re pêşkêş dike."

Navbirî herwesa got: “Dezgeha me li ser çend projeyên geştiyariyê dixebite, ya herî berçav jî projeya daverista 10 kîlometreyî ya Soranê ye, ku dê li sala 2027ê biqede. Ew proje ji 10 westgehan pêk tê û otel û kafê û cihên din ên taybet vedigire.”

 
Fly Erbil Advertisment