Polîsên Hewlêrê li bajarkê Quştepeyê kujerek girt

Navenda Nûçeyan (K24) - Polîsên parêzgeha Hewlêrê ragihand, “Welatiyekî li bajarkê Quştepeyê yê Hewlêrê ji ber pirsgirêkeka civakî kesekê din kuştiye, piştre ji aliyê polîsên Hewlêrê ve hat girtin û ji bo dadgehê hat veguhastin.”
Rêveberiya polîsên Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê de got, "Piştî ku seet 06:00 ê sibeha îro (Çarşem, 11.6.2025ê) em li ser bûyereka gulebarankirinê li bajarkê Quştapeyê hatin haydarkirin, tîmên me tavilê gihîştin cihê wê bûyerê."
Polîsên Hewlêrê amaje jî da, "Piştî lêkolîna li ser wê bûyerê, ji me re eşkere bû ku welatiyekê 37-salî bi navê A. N. A. berî du salan ji ber pirsgirêkeka civakî bi kesekê ji Rojhilatê Kurdistanê re hatiye kuştin."
Di wê daxuyaniyê de hatiye, "Gumanbar ji aliyê Rêveberiya Polîsên Hewlêrê ve hatiye girtin û rûpelên lêkolînê ji wî re hatine vekirin û daye dadgehê."
