Serok Barzanî: Kerîm Şingalî mêrê rojên tengaviyan bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî sersaxiyê ji kesûkarên Kerîm Şingalî re dixwaze û dibêje, “Me hevalekê gelek nêzîk û birayekê gelek ezîz winda kir.” tekez jî dike, “Ew bi rastî ew mêrê rojên tengaviyan bû.”

Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî duhî (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) di jiyê 75-saliyê de koça dawiyê kir.

Bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çend berpirsên payebilind ên hikûmetê û PDKê, termê Kerîm Şingalî îro (Çarşem, 11Hezîrana 2025ê) di merasîmekê de ji bo Hewlêrê hat vegerandin.

Serok Barzanî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da, "Me hevalekê gelek nêzîk û birayekê gelek ezîz winda kir. Kekê Kerîm her di jiyê zaroktiyê de di nav malbateke Kurdperwer de ava bû. Dema ku ew li Bexdayê xwendekarê kolîja Qanûnê bû, endamekê çalak ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.”

Kerîm Şingalî di herdu şoreşên Îlon û Gulanê de Pêşmerge bû. Serok Barzanî di wî warî de got, "Piştî peymana 11ê Adarê, kekê Kerîm pir ciwan bû, lê dema ku ji zanîngehê derbaz bû, wî çavdêriya pêvajoya şehîdên Şoreşa Îlonê kir. Bi rastî jî ew mêrê rojên tengaviyan bû. Ez şahid im, şahidê têkoşîn, wefadarî û dilsoziya wî birayî."

 

 
Fly Erbil Advertisment