Mesrûr Barzanî bo Kerîm Şingalî: Bîranîna wî bixêr û canê wî şa be

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro tevlî merasîma pêşwazîkirina termê Kerîm Şingalî bû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 11Hezîrana 2025ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya Facebookê got, "Îro di xizmeta cenabê Serok Barzanî de, em tevlî merasîma pêşwazîkirina termê hevalê me yê rehmetî Kerîm Şingalî bûn. Bîranîna wî bixêr û canê wî şa be.”
Bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çend berpirsên payebilind ên hikûmetê û PDKê, termê Kerîm Şingalî îro (Çarşem, 11Hezîrana 2025ê) di merasîmekê de ji bo Hewlêrê hat vegerandin.
Serok Barzanî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da, "Me hevalekê gelek nêzîk û birayekê gelek ezîz winda kir. Kekê Kerîm her di jiyê zaroktiyê de di nav malbateke Kurdperwer de ava bû. Dema ku ew li Bexdayê xwendekarê kolîja Qanûnê bû, endamekê çalak ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.”
Kerîm Şingalî di herdu şoreşên Îlon û Gulanê de Pêşmerge bû. Serok Barzanî di wî warî de got, "Piştî peymana 11ê Adarê, kekê Kerîm pir ciwan bû, lê dema ku ji zanîngehê derbaz bû, wî çavdêriya pêvajoya şehîdên Şoreşa Îlonê kir. Bi rastî jî ew mêrê rojên tengaviyan bû. Ez şahid im, şahidê têkoşîn, wefadarî û dilsoziya wî birayî."
Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî duhî (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) di jiyê 75-saliyê de koça dawiyê kir.