5 rêxistinên mafên mirovan û yasayî daxwazekê ji Şandeya Kurdî ya Hevbeş dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – 5 sazî û rêxistinên mafên mirovan, yasayî û civaka sivîl, bi nameyeke hevbeş bang li Serokatiya Şandeya Kurdî ya Hevbeş kirin, bi awayekî lezgîn "tîmeke şêwirmend a yasayî û akademîk" a pispor pêk bînin.
5 sazî û rêxistinên mafên mirovan, yasayî û civaka sivîl, nameyeke hevbeş arasteyî Serokatiya Şandeya Kurdî ya Hevbeş kirin û tê de bang kirin ku bi awayekî lezgîn pêşniyara avakirina "tîmeke şêwirmend a yasayî û akademîk" a pispor pêk bînin, da ku di pêvajoya danûstandinên siyasî de piştgiriyê bide şandeyê.
Li gorî nameyê, armanca sereke ji vê pêngavê ew e ku rêya danûstandinan tenê di çarçoveya lihevkirinên desthilatdariyê de nemîne, lê bibe pêvajoyeke siyasî ku li ser bingeha pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan, dadweriya veguhêz û hiqûqa navneteweyî were avakirin.
Di pêşniyarê de hat xwestin ku ev tîma şêwirmend ji çar komîteyên sereke pêk bê:
1. Komîteya Yasayî ya Mafên Mirovan
2. Komîteya Dîrokî, Ciyografî û Zimanî
3. Komîteya Rêveberî û Modelên Destûrî
4. Komîteya Civakî û Şêwirmendiya Sivîl
Di nameyê de hat tekezkirin ku doza Kurdî li Sûriyeyê, ne tenê mijareke siyasî ye, lê di heman demê de dozeke mafan e ku bi mafê ziman, nasname, welatîbûna wekhev û beşdariya siyasî ve girêdayî ye.
Rêxistinên îmzekar ragihandine, ew amade ne bi hemû pisporiya xwe piştgiriyê bidin avakirina vê tîmê û deriyê hevkariyê ji bo hemû rêxistinên din ên Kurdî, Sûrî û navneteweyî jî vekirî hiştine.
Rêxistinên ku name îmze kirine ev in:
1. Tora Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyeyê
2. Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyeyê (DAD)
3. Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyeyê – MAF
4. Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyeyê – Rasid
5. Rêxistina Parastina Girtiyên Ramanê li Sûriyeyê - Rewangeh