Mesrûr Barzanî sersaxî li gel û hikûmeta Hindistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ketina firokeyeke rêwiyan li bajarê Ehmedabad ê Hindistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke hevxemî û sersaxiyê ji bo gel û hikûmeta Hindistanê û welatên din ên ku welatiyên wan di bûyerê de bûne qurbanî, weşand.

Firokeyeke sivîl a kompanyaya "Air India" ya ji cureyê Boeing 787, îro 12ê Hezîranê bi 242 rêwiyan ve ji Firokexaneya Ehmedabadê ber bi London, paytexta Brîtanyayê ve bi rê ket. Demeke kurt piştî rabûnê, firoke ket xwarê û bi temamî şikest. 

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ez gelek xemgîn im ji ber bûyera ketina firokeya li bajarê Ehmedabad ê Hindistanê. Di vê dema dijwar de, ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan, gelê Hindistanê û hemû gelên din ên ku di vê bûyerê de ziyan dîtine re dixwazim û hevxemiya xwe pêşkêş dikim."

 
 
Fly Erbil Advertisment