Artêşa Îsraîlê êrîş kir ser Şîrazê

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îranê ragihand ku, artêşa Îsraîlê niha êrîş kir ser bajarê Şîrazê. Li gorî medyaya Îranê, êrîşa Îsraîlê kargeheke çêkirina mûşekan kiriye armanc. Berî çend deqîqeyan jî, çavkaniyên nûçeyan li Îranê ragihand ku Îsraîlê êrîş kir ser Balafirxaneya Tebrîzê.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan serê sibeha îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Îsraîlê bi çend mûşekan êrîş kir ser Bingeha Artêşa Pasdaran li Tehranê.”
Wê ajansê amaje jî da ku, Fermandarê Artêşa Pasdaran Hisên Selamî, Serdarê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî, Serokê Zanîngeha Azadî ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê warê atomê Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
Her îro Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di derheqa êrîşên welatê xwe bo ser Îranê de amaje da ku, serkirdeyên payebilind ên Îranî kirine armanc. Tekez jî kir, “Êrîşên Îsraîlê dê berdewam bikin heta ku gefên Îranê li ser welatê me nemînin, welatiyên Îsraîlî jî dê demekê di penagehan de bimînin.”
Benjamin Netanyahu herwesa got, “Îran dixwaze 10 hezar tonên teqemenî çê bike.” Tekez jî kir, "Şerê me li dijî xelkê Îranê nîne.”