Îsraîl: Me piraniya berpirsên payebilind ên Hêza Asmanî ya Pasdaran kuştine

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Îsraîlê îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, Îsraîlê di êrîşên xwe yên asmanî de li seranserê Îranê piraniya serkirdetiya payebilind a Hêza Asmanî ya Pasdarên Îranê kuştine.
Wezareta navbirî di beyannameyekê de ragihand, "Wezîrê Bergiriyê hatiye haydarkirin ku, piraniya serkirdetiya Hêza Asmanî ya Pasdaran di civînekê de li bingeha xwe hatine kuştin."
Artêşa Îsraîlê serê sibeha îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) bi rêya bikaranîna 200 balafirên şerî, bi sedan êrîş kirin ser 300 cihan li Îranê û di encamê de hejmareke fermandarên Pasdaran û zanayên atomî hatin kuştin.
Ajansa Tesnîmê amaje jî da ku, Fermandarê Artêşa Pasdaran Hisên Selamî, Serdarê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî, Serokê Zanîngeha Azadî ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê warê atomê Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî ji aliyê xwe ve ragihand, “Divê Îsraîl li benda cezayekî giran be û çarenivîseke tal û biazar li pêşiya wê ye.”
Xamineyî amaje jî da, “Îsraîlê bi armanckirina cihên akincîbûnê yên welatiyan xisleta xwe ya xerab zêdetir nîşan da.” Herwesa got, “Mixabin, di encama êrîşan de çend fermandarên leşkerî û zana şehîd bûn.”