Guterres ji Îsraîl û Îranê re: Êrişên xwe rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, piştî êrişên dualî yên di navbera Îran û Îsraîlê de, bang li her du aliyan kir ku xwe ragirin û dawî li êrişên dijminane bînin. Guterres tekez kir ku divê rêya aştî û dîplomasiyê bê girtin.
Piştî zincîreyek êrişên dijwar ên mûşekî û esmanî di navbera Îsraîl û Îranê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li ser tora civakî ya "X" peyamek belav kir û daxwaza rawestandina şer kir.
Guterres di peyama xwe de wiha nivîsand: "Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser navendên atomî yên Îranê, û di bersivê de êrişa mûşekî ya Îranê li ser Tel Avîvê, êdî dem hatiye ku êriş bên rawestandin û rêya aştî û dîplomasiyê bê girtin."
Ev banga Guterres piştî civîna Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî ya derbarê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê de hat, ku civîna Encûmenê bêyî derxistina ti biryar û pêşniyarekê bi dawî bûbû.
Aloziya dawî di berbanga roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an de dest pê kir, dema ku artêşa Îsraîlê êrişên berfireh li dijî bi dehan armancên li seranserê Îranê pêk anîn.
Li gorî Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekgirtî Emîr Husên Îrevanî, di encama van êrişan de 78 welatiyên Îranê hatine kuştin û 320 kesên din jî birîndar bûne. Îrevanî da zanîn ku di nava kuştiyan de berpirsên payebilind ên leşkerî û zanyarên atomî jî hene.