Îsraîl bi Farisî hişyarî da Îraniyan û baregehên leşkerî bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja sêyem a şerê dijwar de, artêşa Îsraîlê bi peyameke rasterast û bi zimanê Farisî bang li welatiyên Îranê kir ku ji navendên çêkirina çekan dûr bikevin. Ev hişyarî di demekê de tê ku firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser armancên stratejîk ên li nav Îranê dijwartir kirine.

Artêşa Îsraîlê îro 15ê Hezîranê li ser tora civakî ya "X" peyameke bilez ji bo welatiyên Îranê weşand û tê de got: "Ji bo ku jiyana we nekeve xeteriyê, ji navendên çêkirina çekan dûr bikevin."

Hevdem, medyaya Îranê ragihand, berbangê îro Yekşemê, firokeyên şer ên Îsraîlê baregeha Wezareta Berevaniyê ya li paytext Tehranê û çend bingehekên leşkerî yên li bajarê Şîrazê yê li rojavayê Îranê, bombebaran kirine.

Pevçûnên heyî roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, dest pê kirin, dema ku Îsraîlê bi zêdetirî 100 balafirên şer êrîşî bi dehan baregehên leşkerî û navendên atomî yên li Tehran û deverên din ên Îranê kir. Di êrîşan de hejmarek berpirsên payebilind ên leşkerî û zanyarên atomî hatin kuştin.

Wek bersiv, Îranê bi avêtina bi sedan mûşekan êrîşî Îsraîlê kir. Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Xamineyî, gef li Tel Avîvê xwar û ragihand ku ew ê "bedeleke giran ji bo destdirêjiyên xwe bidin."

Helwestên navdewletî 

Derbarê helwesta navdewletî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran tekez kir, Îsraîlê bi awayekî yekalî êrîş kiriye û welatê wî beşdar nebûye, lê diyar kir ku ew dikarin di demeke kurt de şer rawestînin.

Civaka navdewletî jî bi berdewamî bang li herdu aliyan dike ku xwe ragirin û şer berfireh nekin. Lêbelê, heta niha ne Îran û ne jî Îsraîlê ti nîşanek ji bo dawîanîna şer nedane. Medyaya Amerîkî li ser zarê berpirsên Koşka Spî radigihîne ku tê pêşbînîkirin şerê di navbera Tehran û Tel Avîvê de ne çend rojan, lê belê çend hefteyan bidome.

 
Fly Erbil Advertisment