Ehmed Hoşyar: Heta niha 220 geştên asmanî li Firokxaneya Hewlêrê hatine hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û girtina qada asmanî ya Iraqê, Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê 220 geştên xwe yên asmanî hilweşandine. Herwiha got, dema ji nû ve destpêkirina geştan ne diyar e û Iraq rojane zirarên darayî yên mezin dibîne.

Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro 15ê Hezîranê ji K24 re ragihand, ji dema destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê û girtina asmanê Iraqê li hember geştan, wan 220 geştên asmanî hilweşandine.

Ehmed Hoşyar aşkere kir, heta niha dema ji nû ve destpêkirina geştên asmanî li Iraq û Herêma Kurdistanê ne diyarkirî ye. Hoşyar herwiha got: "Ji ber rawestandina geştên asmanî, Iraq rojane 270 hezar dolar zirarê dike."

Rêveberê Firokxaneya Hewlêrê tekez kir, "heta ku metirsî li ser asmanê Iraqê hebe, geştên asmanî dê ji nû ve dest pê nekin."

Bi destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê re, beşek ji welatên Rojhilata Navîn qadên xwe yên asmanî li hember geştan girtin. Tevî ku roja din çend welatan asmanê xwe vekirin jî, ji ber berdewamî û dijwariya êrîşên mûşekî yên herdu aliyan, careke din ew welat neçar man ku esmanê xwe bigirin.

 
Fly Erbil Advertisment