Almanya, Fransa û Brîtanya pêşniyara danûstandinên bilez bi îranê re dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul ragihand, Almanya, Fransa û Brîtanya amade ne ku ji bo kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn, demildest bi Îranê re derbarê programa wê ya atomî de dest bi danûstandinan bikin û tekez kir ku divê derfet ji bo dîplomasiyê were vekirin.

Wadephul, ku niha bi serdanekê li Rojhilata Navîn e, di daxuyaniyekê de ji ajansa Reutersê re got, ew hewl dide beşdarî aramkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bibe. Herwiha amaje bi wê yekê kir, Tehranê berê derfetên danûstandinên avaker ji dest dane.

Wadephul ji televîzyona Almanî (ARD) re got jî: "Ez hêvîdar im ku ev yek hîn jî mimkun be. Almanya, ligel Fransa û Brîtanyayê, amade ye. Em pêşniyarê li Îranê dikin ku tavilê derbarê programa atomî de dest bi danûstandinan bike û ez hêvî dikim ku ev pêşniyar were qebûlkirin."

Wezîrê Derve yê Almanyayê şertek jî ji bo vê yekê danî û got: "Ev di heman demê de mercê bingehîn e ji bo aramkirina vî şerî, ku Îran ti xeteriyê li ser herêmê, dewleta Îsraîlê an jî Ewropayê çêneke."

Wadephul, ku îro Yekşemê serdana Omanê dike diyar kir, "hêviyeke hevpar" heye ku divê di nava hefteyekê de hewleke cidî ji herdu aliyan ve were dayîn ji bo rawestandina vê pêla tundûtûjiyê.

Li ser pirsa gelo armanca Îsraîlê hilweşandina rejîma Îranê ye, Wadephul got, ew bawer nake ev yek niyeta Îsraîlê be.

"Rewşa Xezzeyê nayê qebûlkirin"

Derbarê rewaş Xezzeyê de, Wadephul got ku rewşa mirovî ya li wir "nayê qebûlkirin" û bang li Îsraîlê kir ku rê bide rêxistinên alîkariyê bêyî ti sînordarkirin derbas bibin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê got: "Divê birçîbûn, mirin û êşa xelkê li Xezzeyê bi dawî bibe."

Di dawiyê de, Wadephul Hemas ji şer berpirsiyar dît û daxwaz kir ku rehîneyên ku ji êrîşa Cotmeha 2023an ve girtine, serbest berde.

 
Fly Erbil Advertisment