Serokwezîrê Îsraîlê: Îran dê ji bo kuştina sivîlan bedelên giran bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tekezî li ser berdewamiya êrîşên li dijî Îranê kir û soza "derbeke piştşikestî" da Tehranê. Netanyahu, ku serdana cihên ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê zirar dîtibûn kir, ragihand ku welatê wî "şerê hebûna xwe dike" û dê bedeleke giran bide Îranê ji ber kuştina sivîlan.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hejmarek wezîrên kabîneya wî, îro 15ê Hezîranê serdana wan deveran kirin ku ji ber êrîşên asmanî yên şeva borî yên Îranê li ser paytext Tel Avîv û çend deverên din zirar dîtibûn.
Di peyama xwe ya herî dawî de derbarê şerê bi Îranê re, Netanyahu got: "Îran dê bedeleke giran bide ji ber kuştina welatiyên sivîl, ku di nav wan de jin û zarok jî hene."
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha got: "Em şerê hebûna xwe dikin, baweriya min ew e ku niha hemû welatiyên Îsraîlê ji vê yekê fêm dikin." Wî bi tundî tekez kir û got: "Em ê armancên xwe yên şer pêk bînin û wê metirsiya atomî ya ku Îran çêdike, ji nav bibin. Em ê derbeke pişşikestî li Îranê bidin."
Bilançoya êrîşên Îranê
Ev daxuyanî piştî êrîşên dawî yên Îranê tê, ku berbangê îro Yekşemê, Îranê zincîreyek êrîşên nû yên mûşekên balîstîk bir ser Tel Avîvê û çendîn cihên din ên Îsraîlê. Li gorî çavkaniyên medyayî, Spaya Pasdaran di êrîşê de zêdetirî 80 mûşek bikar anîne.
Berdevkê Polîsê Giştî yê Îsraîlê Daniel Haddad ragihand, tenê di encama êrîşa dawî ya Îranê de, 10 kes hatine kuştin û zêdetirî 180 kesên din jî birîndar bûne. Berdevkê polîsan eşkere kir ku bilançoya giştî ya êrîşên du rojên borî yên Îranê gihiştiye 14 kuştî û zêdetirî 400 birîndarî.
Li gorî agahiyên medyaya Îsraîlê, êrîşên mûşekî yên berbangê ziyan gihandiye zêdetirî 70 avahiyên niştecihbûnê, dibistan û enstîtuyên zanistî. Herwiha hat ragihandin ku zêdetirî 35 kesan di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de asê mane, û tîmên berevaniya sivîl hinek ji wan rizgar kirine û ji bo rizgarkirina yên din dixebitin.