Artêşa Îsraîlê: Me mûşekek pûç kir ku ji Yemenê hatibû avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, Hûsiyên Yemenê mûşekek avêtiye Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê ragihand, "Me ew mûşek pûç kir û ji ber mûşekên Îran û Yemenê li hemî deveran zenga haydarkirinê hatiye lêdan."

Pêştir Hûsiyên Yemenî di beyannameyekê de piştevaniya xwe ji bo êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê tekez kir û ragihand, "Mafê Îranê heye ku bergiriyê ji xwe bike û em jî bi hemî awayan piştevaniya wê dikin."

Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser wî welatî heta êvara duhî (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê), 244 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 480 kesan jî birîndar bûne.

 
Fly Erbil Advertisment