300 geştên asmanî li firokxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê hatine hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber şerê Îran û Îsraîlê, zêdeyî 300 geştên asmanî li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatine hilweşandin.
Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad îro 16ê Hezîranê ji K24ê re ragihand, ji ber êrîşên navbera Îsraîl û Îranê, heta niha zêdetirî 300 geştên asmanî li herdu Firokexaneyên Navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê hatine hilweşandin.
Dîlan Reşad da zanîn, biryara rawestandin û destpêkirina geştan di destê Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê de ye û hemû geştên li Iraqê û Herêma Kurdistanê rawestiyane, ku rojane bi kêmî ve 70 geşt ji herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê tên kirin.
Ev daxuyanî di demekê de tê, duh Rêveberê Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihandibû, dema destpêkirina geştên esmanî ne diyar e. Li gorî Hoşyar, ji ber rawestandina geştan, Iraq rojane 270 hezar dolaran ziyanê dike.
Rêveberê Firokexaneya Hewlêrê tekez kiribû: "Heya ku metirsî li ser asmanê Iraqê hebe, geştên esmanî dê ji nû ve dest pê nekin."