Netanyahu: Brîtanya û Fransa amade ne alîkariya me bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaza Îranê ya ji bo danûstandinê red kir û got, Tehran tenê dixwaze ji bo programa xwe ya etomî demê qezenc bike. Herwiha ragihand, welatên rojava piştevaniya wan dikin û tekez kir jî, wan esmanê Îranê kontrol kiriye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îro 16ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ji daxwaza Îranê ya ji bo danûstandinê şaş nemaye, "ji ber ku ew dixwazin li ser planên xwe yên ji bo gihîştina çeka etomî berdewam bin."
Netanyahu sê mercên xwe yên ji bo her danûstandinekê anî ziman: "Jinavbirina programa etomî û mûşekî ya Tehranê û bidawîkirina terorê."
Derbarê piştevaniya navdewletî de, Netanyahu got, "Serokê Amerîkayê Donald Trump alîkariya me dike. Pêwendiyeke me ya pir baş heye, em duh jî axivîn. Amerîka di parastina me de piştevaniya me dike, ji ber ku Trump tiştê ku ji bo welatê wî baş e dike."
Netanyahu herwiha eşkere kir, ew bi serokên Fransa û Brîtanyayê re jî axiviye û wan amadehiya xwe ya ji bo alîkariya Îsraîlê nîşan dane.
Li ser rewşa leşkerî, Netanyahu destnîşan kir: "Me heta niha bi sedan mûşekên Îranê têk birine û hejmareke mezin a platformên avêtina mûşekan jinav birine. Herwiha me nîvê dronên wî welatî xistine xwarê."
Netanyahu bi tekezî got: "Îsraîlê asmanê Îranê kontrol kiriye û em her hewlekê didin da ku dezgeha etomî ya Fordoyê wêran bikin."
Di dawiya axaftina xwe de wî got: "Ez ji ruhê welatiyên xwe hest dikim ku em nêzîkî serketinê ne."