Artêşa Îsraîlê: Me êrîşeke berfireh li ser baregehên leşkerî yên Îranê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, wan şeva borî êrîşeke berfireh biriye ser baregehên leşkerî yên li rojavayê Îranê û cihên depokirin û avêtina mûşekan hatine armanckirin.
Artêşa Îsraîlê îro 17ê Hezîranê di daxuyaniyekê de diyar kir: "Şeva borî me êrîşeke berfireh bir ser baregehên leşkerî yên li rojavayê Îranê. Me cihên depokirin û avêtina mûşekên Îranê bombebaran kirin û ew ji nav birin."
Artêşa Îsraîlê herwiha eşkere kir, "îro sibeha Sêşemê, dronek ku li ser bilindahiyên başûrê Golanê hatibû dîtin, ji aliyê hêzên me ve hat astengkirin û xistin xwarê."
Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku şeva borî Îranê şeş mûşek avêtine axa Îsraîlê, ku pênc ji wan hatine bêbandorkirin û ya şeşemîn li herêmeke vekirî ya Neqebê ketiye xwarê.
Ji aliyê xwe ve, Kanala 12 a Îsraîlê ji zarê çavkaniyeke leşkerî ragihand, Îranê heta niha di 15 êrîşan de 380 mûşekên balîstîk avêtine ser Îsraîlê.
Pevçûnên di navbera her du aliyan de, berbangê roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, dest pê kirin, dema ku Artêşa Îsraîlê bi awayekî ji nişka ve êrîşî dezgehên moşekî û atomî yên Îranê kir û operasyona bi navê "Rabûna Şêr" ragihand. Di bersiva van êrîşan de, Îranê jî operasyona "Soza Rast 3" da destpêkirin.