Axios: Trump bi rêya telefonê bi Netanyahu re axivî

Navenda Nûçeyan (K24) - Axios ji zarê rayedarekî Îsraîlî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ragihand, "Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axivî."
Ev jî piştî wê yekê hat ku Trump ji bo civîna Encûmena Ewlehiya Neteweyî ji bo gengeşekirina rûbirûbûna di navbera Îran û Îsraîlê de hat vexwandin, ew jî di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê li ser wê yekê difikire ku li dijî êrîşên Îranê tevlî êrîşên Îsraîlê bibe.
Berpirsekî Koçka Spî jî, ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, got ku civîna Encûmena Ewlehiya Neteweyî li "odeya operasyonan" seetek û 20 deqîqeyan vekêşa, lê zêdetir hûrgilî eşkere nekirin.
Îsraîl û Îran bi êrîşên mûşekî gefan li hev dikin û vê yekê jî tirsa hilkişîna leşkerî zêdetir kiriye.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.