Mustefa Ozçelîk pîrozbahî li Bayrem Bozyel kir û banga "tifaqa neteweyî" kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi boneya ji nû ve hilbijartina Bayram Bozyel weke Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), peyameke pîrozbahiyê şand. Ozçelîk di peyama xwe de bal kişand ser pêvajoya hestiyar a li Bakurê Kurdistanê û banga xurtkirina "hevkarî û tifaqa neteweyî" di navbera aliyên Kurdistanî de kir.

Piştî lidarxistina kongreya 4emîn a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û ji nû ve hilbijartina Bayram Bozyel ji bo posta serokatiya giştî, Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk îro 19ê Hezîranê peyamek belav kir.

"Avêtina gavan li ser milên me hemûyan e"

Ozçelîk di peyama xwe de diyar kir, kongreya PSKyê di pêvajoyeke gelekî girîng û hestiyar de li dar ketiye û tekezî li ser girîngiya yekrêziya neteweyî kir û got: "Di demeke ku li Bakurê Kurdistanê hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ya mayînde ji her demê zêdetir derketiye pêş me de; di vê derbarê de, avêtina gavên pêwîst li ser milên me hemû aliyên Kurdistanî ne."

Serokê Giştî yê PWKê baweriya xwe anî ziman, PSK dê di vê mijarê de roleke erênî bilîze û wiha domand: "Em di wê baweriyê de ne ku, PSK jî dê li gel partiya me û hemû aliyên milî, demokratîk, ji bo hûnandina vê pêwîstiyê bi hest û bîr û baweriyên niştimanî tevbigere."

Di dawiya peyamê de, Mustafa Ozçelîk careke din pîrozbahî li Bayram Bozyel û endamên nû yên Meclîsa Partiyê kir û ji wan re serkeftin xwast.

 
Fly Erbil Advertisment