Bexda.. piştî nivêja înê li dijî êrîşên Îsraîlê bo ser Îranê xwenîşandan tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî zêdetirî hefteyekê ji şer û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, li Bexdayê xwenîşandanên nerazîbûnê li dijî êrîşên Îsraîlê bo ser Îranê berdewam in.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Şivan Cebarî îro (Înî, 20ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Îro piştî nivêja bikom a Înê, xwenîşandanek ji bo piştgiriya Îranê tê lidarxistin, ku ji aliyê tevgera Sedir ve hatiye rêkxistin û duayên serkeftinê ji Îranê re dikin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir, “Berevajî partiyên din ên Şîeyan ên Iraqê, Muqteda Sedir daxwaz dike ku Iraq bi ti awayekî tevlî vî şerî nebe û xwe jê dûr bike.”

Di rojên borî de, gelek kombûn û xwenîşandanên cemawerî ji aliyê partiyên din ên Şîeyan ve li Iraqê ji bo piştgiriya Îranê hatin lidarxistin.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 
Fly Erbil Advertisment