Macron: Bernameya atomî ya Îranê li ser cîhanê gefeke cidî ye

Emanuel Macron
Emanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê radigihîne ku, bernameya atomî ya Îranê li ser cîhanê gefeke cidî ye.

Serokê Fransayê Emanuel Macron di daxuyaniyekê de li ser aloziyên Rojhilata Navîn got, “Bernameya atomî ya Îranê gefeke cidî ye, lê vegera ser maseya danûstandinan ji bo Ewropayê karekî bingehîn e.”

Emanuel Macron herwesa got, "Ewropa bi wê yekê re ye ku pirsgirêka atomî ya Îranê bi rêya danûstandinan bê çarekirin."

Navbirî ron jî kir, "Divê danûstandinên bi Îranê re paredarkirina komên çekdar ên Rojhilata Navîn jî vebigirin."

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment