Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22ê Hezîranê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê yê li Herêma Kurdistanê Brijesh Kumar kir. Di hevdîtinê de, Konsulê nû yê Hindistanê tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyan kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Konsulê Giştî yê Hindistanê kir ji bo destbikarbûna wî û piştevaniya temam a hikûmetê ji bo serxistina erk û karên wî dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Hindistanê Brijesh Kumar, xwasteka welatê xwe ya ji bo berfirehkirina pêwendiyên dualî di hemû waran de anî ziman. Bi taybetî tekezî li ser bihêzkirina hevkariyê di warên veberhênan, bazirganî û tenduristiyê de kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa revenda Hindî ya li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de, Konsulê Giştî spasiya hikûmet û saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo hevahengî û hêsankariyên ku ji bo welatiyên wan pêşkêş dikin.

 
Fly Erbil Advertisment