Îsmaîl Beqayî: Çareseriya dîplomatîk hîn bidawî nebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Amerîka "sîstemeke xweferzkirinê" bi kar tîne û ew ji her encameke li Rojhilata Navîn berpirsiyar e. Di heman demê de tekez kir, rêya çareseriya dîplomatîk bidawî nebûye.
Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, "Divê niha Îran peymanekê bike," Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî di daxuyaniyekê de got: "Êrîşkirina ser welatekî û piştre geflêxwarin, bi temamî sîstemeke xweferzkirinê ye."
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha amaje bi wê yekê kir, "êrîşên Amerîkayê gefeke cidî li ser Rojhilata Navîn e ji ber ku niha hemû kes Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu weke kesekî serkeftî dibînin, bi taybetî ji ber ku wî karî Amerîkayê bikişîne nava şer."
Baqayî derbarê pêwendiyên bi welatên cîran re got, "Pêwendiyeke me ya gelek baş bi cîranên me û welatên Îslamî re heye, ku hemûyan bi yekdengî êrîşên Amerîkayê şermezar kirine." Herwiha destnîşan kir, Amerîka û Îsraîl ji her encameke ku di pêşerojê de rû bide, berpirsiyar in.
Li ser pirsa danûstandinan, Îsmaîl Baqayî tekez kir: "Rêya çareseriya dîplomatîk ti carî bidawî nabe. Ev yasa û binemaya Îraniyan e ku ti carî dest ji danûstandinan bernadin, lê tiştê ku em niha dibînin, xiyaneteke dîplomatîk e."