PDKTê 4emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereyê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiye (PDKT) 4emîn kongreya xwe ya asayî lidarxist. Di kongreyê de rêveberiya nû hate diyar kirin û Mehmet Emîn Kardaş bi 44 dengan carek din weke serokê giştî yê partiyê hate hilbijartin. Di kongreyê de jî mijara sereke proseya aştiyê û dawa doza mafên Kurd û Kurdistanê bû.
Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDKT) li otêleka Enqereya paytexta Tirkiyeyê 4emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist. Her çend nûner û delegeyên partiyê beşdarî kongreyê bûn jî ji bo kongreyê tu mêvan nehatin vexwandin.
Di kongreya ku rêveberiya nû ya partiyê jî hat diyarkirin de Mehmet Emin Kardaş, ku yekane namzedê serokatiyê bû, bi wergirtina dengên hemû delegeyan ango 44 dengan cara çaremîn bû serokê giştî yê partiyê.
Kardaşê ku li ser proseya aştiyê ya Tirkiyeyê axivî jî ragihand, hêj tu mafek bo Kurdan nehatiye dayîn.
Serokê Giştî yê PDKTê Mehmet Emîn Kardaş ji K24ê re got: “Me kongreya 4emîn li Enqereyê li dar xistiye. Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya xwezayîye ku em meseleyên Kurdî eleqedar bibin. Mesala em pêvajoya dawiyê ku dest pê kiriye me navê wê nedaniye pêvajoya aştiyê an çareseriya Miletê Kurd. Birastî jî ne bi vî eslî dimeşe, ne di vê rêyê de dimeşe. Divê mafên însanan, mafên Kurdan, îro gelek girtiyên Kurdan hene, koçberên Kurdan hene, hêj qeyûm berdewam in, hêj zimanê Kurdî qerdexe ye, navên gundên Kurdan qedexe, bajarên Kurdan hatine guhertin, yanî em pêvajoyeke wisa qebûl nakin.”
Di kongreyê de peyamên bi boneya kongreye hatine şandin hatin xwendin û di birêvebirin, destûrname û kurtenavê partiyê de hin guherînên teknîkî pêk hatin. Li aliyekî din jî serokê dîwanê Naîm Sabrîoglu jî amaje bi wê yekê kir ku ew vê pêvajoyê wek fersendekê dibine hin rolên nû dikevin ser milên partiyên Kurdewarî.
Serokê Dîwanê Naîm Sabrîoglu got: “Ji Kurdan re niha fersendek çêbûye, ev pêvajo fersendek anî pêşiya Kurdan, Kurdan jî anî pêşiya dewletê. Me heta niha Tirk bi, çavekî din dit û Tirkan jî em bi çavekî din nasdikirin û tiştekî me nekiribû li me îftira dikirin, ji şuna ve Kurdîtî dikirin. Ji niha û pê ve ew tengasî rabûne. Partî çi bike? Kurd bi dewletê re li hev hatin. Partî jî divê bi partiyên din re bi partiyên Kurdî re li hev werin.”
Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê di sala 2014an de hate damezrandin û yekem partiye ku li Tirkiyeyê bi navê ‘Kurdistan’ navê wê hatiye qebûlkirin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê di sala 2018an de ji ber "Kurdistan" di navê wê de ye doz li dijî partiyê vekir ku ev doz hêj berdewam e.