Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li ser neseqamgiriya Rojhilata Navîn dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li ser neseqamgiriya Rojhilata Navîn dicivin.
Wezîrên derve yên endamên Yekîtiya Ewropayê îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) li bingeha xwe ya sereke li Brûkselê dicivin, da ku li ser aloziyên Rojhilata Navîn û êrîşên berdewam ên Îsraîl û Îranê li ser hev û herwesa şerê Ukraynayê gengeşe bikin.
Li gorî agahiyan, wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê daxwaz kiriye ku roja Înê ya bê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re bicivin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî li roja Înê (20ê Hezîrana 2025ê) li Cinêvê bi wezîrên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê re civiya.
Piştî wê civînê, rayedarên rojavayî konferanseke rojnamevanî li dar xist û Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadefull di wê konferansê de ragihandibû, "Encama herî baş a wê civînê ew bû ku me dît Îran amade ye ku li ser hemî mijarên girîng gengeşeyê bike."
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lamy jî ragihandibû, “Em dixwazin danûstandinên bi Îranê re bidomînin û em piştevaniya Îranê jî dikin ku danûstandinên bi Amerîkayê re bidomîne.”