Serokê Dadgeha Federalî ya Iraqê daxwaza xanenişînbûnê pêşkêş dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê daxwaza xanenişînbûnê dike. Çavkaniyek jî dibêje ku, daxwaza wî ji ber pirsgirêkên navxweyî yên wê dadgehê ye.
Çavkaniyekê îro (Duşemê, 23.06.2025) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan re ragihand, “Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê Casim Omêrî daxwaza xanenişînbûnê ji Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê kiriye.”
Her li gorî wê çavkaniya Kurdistan24ê, daxwaza Omêrî ji ber pirsgirêk û nakokiyên nav Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ye.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê tevî Serokê Dadgehê ji neh kesan pêk tê û çar dadwerên din jî endamên yedek in.
Ji neh endamên Dadgeha Federalî ya Iraqê, şeş endamên din jî li roja Pêncşema borî (19.06.2025) nameyên berdana karî pêşkêşî Serokê Dadgehê kirin, lê daxwaza wan hîn nehatiye pejirandin.
Biryar bû ku wê rojê Dadgeha Federalî civiyaba û li ser du mijaran şêwir û gengeşe kiriban; peymana Xur Ebdulahê û derxistina fermaneke serdarî li ser dana mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve.