Serokê Giştî yê Saadetê: Pêwîst e dewlet cihê gorên 3ê pêşengên Kurdan eşkere bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan ji dewletê daxwaz kir ku cihê gorên 3ê pêşengên Kurdan eşkere bike. Arikan got: ‘Bi nêzîkatiyek ku ji goran ditirse em nikarin paşerojekê ava bikin’
Partiya Saadetê duh 22.06.2025an Kongreya Asayî ya 8an a Diyarbekirê lidar xist.
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan di kongreye de axivî û ji dewletê daxwaz kir ku cihê gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî û Seyîd Riza eşkere bike.
Mahmut Arikan di axaftina xwe de got, “Divê êşên ku me di sedsala yekem de kişandine re rû bi rû bimînin û em wan bi têgihiştineke tolxwezî nebin sedsala duyem.
“Li Tirkiyeyê cihê gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî û Seyîd Riza nayê zanîn”
Arikan da zanîn ku îro li Tirkiyeyê, cihê gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî û Seyîd Riza nayê zanîn û wiha pê de çû:
“Ez bi nêzîkatiyek ku ji goran ditirse vê yekê bi zelalî dibêjim: Em nikarin pêşerojek nû ava bikin.
“Divê dewlet dawî li vê şermê bîne”
Ez ji vir bangek zelal û bê guman dikim: Divê dewlet niha dawî li vê şermê bîne.
Divê cihê gorên Şêx Seîd, Seîd Nursî, Seyît Riza demildest werin eşkerekirin.
Ev dîrok dîroka me ye; ew bîranîna me ya hevpar e bi kêliyên xwe yên tal û şîrîn.
Divê sedsala duyem a Komarê nebe dubareyeke heman rêwitiyê.
Divê sedsala nû ne li ser bingeha tirsê, li ser bingehe hêviyê were avakirin.
Pêwîst e tu kes ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, mezhebê xwe, baweriya xwe an jî ji ber jî fikrê xwe neçar neyê hiştin ku berdêlan bide.”