Trump: Îsraîl û Îranê agirbest binpê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê radigihîne ku, Îsraîl û Îranê agirbest binpê kiriye. Herwesa daxwazê ji Îsraîlê dike ku, pîlotên xwe ji Îranê vegerîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 24.06.2025), berî ku ber bi lûtkeya NATOyê ya li Den Haagê ve biçe, ji rojnamevanan re axivî û ragihand, "Ez pir nîgeran im ku Îsraîl û Îranê agirbest binpê kiriye û careke din êrîşî hev kiriye."
Donald Trump eşkere jî kir, “Piştî ku dest bi bicihanîna agirbestê hat kirin, Îsraîlê hejmareke mezin ji bombeyan avêtiye ser Îranê û vê yekê jî ez gelek nîgeran kirime.”
Navbirî herwesa daxwaz ji rayedarên Îsraîl û Îranê kir ku pabendî agirbestê bibin û rewşê aram bikin, ji ber ku hinde ku rewşa Rojhilata Navîn aram dibe.
Serokê Amerîkayê di derheqa bernameya atomî ya Îranê de jî got, "Îran nikare dîsa bernameya xwe ya atomî pêş bixe ji ber ku pîlotên me bingehên wê yên atomî bi tevahî wêran kirine." Amaje jî da “Hin dezgehên medyayê nûçeyên derew belav dikin û dibêjin ku, bingehên atomî yên Îranê bi tevahî nehatine wêrankirin.”
Serokê Amerîkayê li ser tora civakî ya Truthê daxwaz ji Îsraîlê kir ku, dev ji bombebarankirina Îranê berde û pîlotên xwe tavilê vegerîne.”
Agirbesta navbera Îran û Îsraîlê seet 7:00 ê sibeha îro (Sêşem, 24.06.2025) hat destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ji her du aliyan xwast ku, ji bo pêkanîna aştiyê li deverê pabendî wê agirbestê bibin.
Trump li serê vê sibehê li ser tora civakî ya Truthê di postekî de lihevkirinek ji bo "agirbesta tevgir û tevav" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand. Li gorî gotina wî, ev lihevkirin dê "şerî bidawî bike".