Trump û Zelenskyy dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê û Serokê Ukrayanyê di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de dicivin.
Ajansa France Pressê ya Nûçeyan îro (Sêşem, 24.06.2025) ragihand ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dê di çarçoveya birêveçûna Lûtkeya NATOyê de li Den Haagê bicivin.
Çavkaniyekê ji Serokatiya Ukraynayê ji wê ajansê re gotiye ku, tîmên her du welatan li ser hûrguliyên dawiyê yên wê civînê dixebitin û danûstandin jî dê piştî nîvroya sibe (Çarşem, 25.06.2025) bên lidarxistin.
Her li gorî wê çavkaniyê, di civîna Trump û Zelenskyy de dê behsa cezayên li ser Rûsyayê û çawaniya kirîna çekên Amerîkayî ji aliyê Ukraynayê ve bê kirin.
Civîna dawiyê ya Donald Trump û Volodymyr Zelenskyy li roja 26ê Nîsana 2025ê li Dêra St. Peters Basilika li Vatîkanê hatibû lidarxistin.
Pêştir jî li roja 28.02.2025ê, Serokê Ukraynayê di serdana xwe ya Amerîkayê de li Koçka Spî bi Donald Trump re civiya û şeredev di navbera wan de çê bû.