Mesrûr Barzanî: Ez pêşwaziyê li destpêşxeriya Serokê Amerîkayê ya ji bo agirbestê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li ragihandina agirbestê ya ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve kir û tekez kir ku "xwe-ragirtin û diyalog, tekane çareserî ye."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Hezîranê peyamek li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de piştgiriya xwe ji bo agirbestê nîşan da û girîngiya aramiyê ji bo herêmê anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Ez pêşwaziyê li ragihandina agirbestê ya Serok Donald Trump dikim. Xwe-ragirtin û diyalog, tekane çareserî ye."

Herwiha da zanîn, divê li herêmê aramî û seqamgîrî hebe û wiha domand: "Pêwîstiya herêmê bi aramiyê, rêzgirtina ji cîran û hevparan re û biryarên li ser bingeha şehrezayî û serkirdayetiyeke berpirsyar heye."

Ev daxuyanî piştî wê tê, Serokê Amerîkayê Donlad Trump îro, di parvekirineke xwe de li ser  tora civakî "Truth Social", lihevkirinek ji bo "agirbesteke giştî û temam" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihandibû. Li gorî gotina wî, ew lihevkirin dê "dawî li şer bîne".

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment