Erdogan û Trump rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pêşwazî li agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, ku bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye, kir û bang li Trump kir, ji bo bidawîanîna şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî, bikeve nav hewldanan.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di xwarina ku ji aliyê Şahê Hollandayê Willem-Alexander û xanima wî ve ji bo serokên beşdarên Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê û xanimên wan hatiye dayîn de, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Nivîsgeha Serokkomariya Tirkiyeyê ve hatiye belavkirin, Erdogan kêfxweşiya xwe li hember agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de ku bi hewlên Trump pêk hatiye, nîşan daye û hêvî kiriye ku ev agirbest mayînde be.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Erdogan destnîşan kiriye ku divê di demeke nêz de guftûgo bên kirin, da ku "karesata mirovî ya li Xezzeyê bidawî bibe û çareseriyeke aştiyane ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê were dîtin."
Erdogan herwiha daxwaz ji Amerîkayê kir, di warên serbazî û pîşesaziya berevaniyê de hevkariyê bi Tirkiyeyê re bike. Li gorî daxuyaniyê, Erdogan ev yek weke gavek ji bo pêşxistina pewendiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de dibîne û wiha hatiye gotin: "Berfirehkirina hevkariyê di pîşesaziya berevaniyê de, dê rê li ber gihîştina armanca 100 milyar dolarî ya bazirganiya di navbera her du welatan de xweş bike."
Nivîsgeha ya Serokkomariyê destnîşan kir: "Xurtkirina hevkariyê di pîşesaziya berevaniyê de, dê rê li ber gihîştina armanca bazirganiya 100 milyar dolarî ya di navbera her du welatan de xweş bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh 24ê Hezîranê ragihandibû, Îran û Îsraîlê li ser agirbestekê li hev kirine û bi vê yekê şerê 12-rojî yê di navbera wan de bidawî bûye.
Ev pêşhat piştî wê yekê hatibû ku Amerîkayê roja Yekşemê, 22'ê Hezîrana 2025'an, operasyoneke leşkerî li dijî binkeyên atomî yên Îranê pêk anîbû. Weke bersivdanê jî, Îranê jî du roj şûnde bi mûşekan êrîşî baregeheke serbazî ya Amerîkayê ya li Qeterê kiribû.