Mesrûr Barzanî: Rawestandina mûçeyan nedestûrî ye û divê nebe amûreke siyasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, nedana mûçeyên fermanberan ji aliyê Bexdayê ve "karekî nedestûrî ye". Da zanîn jî, ji bo çareserkirina vê qeyranê, dê di nava du rojên bê de şandeke hikûmeta federal serdana Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê 25.06.2025, piştî civîna Encûmena Wezîran, di konferanseke rojnamevanî de li ser geşedanên herî dawî yên girêdayî mûçe, peywendiyên Hewlêr-Bexda û rewşa herêmê axivî.
Mizgînî ji bo karmendan: Şandek tê Hewlêrê
Serokwezîr Barzanî tekez kir, nedana mûçeyên du mehên borî yên karmendên Herêma Kurdistanê bi awayekî neyasayî pêk hatiye û got: "Ev yek karekî nedestûrî ye û nabe ku mûçeyê fermanberan bibe beşek ji kêşeyên siyasî."
Destnîşan kir jî, ew ê bi ti awayî dev ji mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê bernedin û got: "Rojek derbas nebû ku em ji bo çareserkirina vê qeyranê di nava hewldanan de nebûn. Duh min bi Serokê Encûmena Dadwerî û Serokwezîrê Iraqê re jî axivî. Wan jî bi kêfxweşî ragihand ku amade ne di nava du rojan de şandekê ji bo çareserkirina pirsa mûçeyan bişînin Herêmê."
Çav li Encûmena Dadweriyê ye
Mesrûr Barzanî rexne li Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê girt û got: "Em li bendê bûn ku Dadgeha Bilind a Federalî biryarekê di berjewendiya mûçexwaran de bide, lê mixabin niha dadgeh hatiye hilweşandin. Niha çavê me li Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê ye ku pirsgirêka mûçeyan çareser bike."
Ziyanên rawestandina hinardekirina petrolê
Derbarê rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir, ji ber vê yekê zêdetirî 25 milyar dolar ziyan gihîştiye aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê û got: "Heta niha hikûmeta federal a Iraqê ev ziyan ji bo xelkê Herêma Kurdistanê qerebû nekiriye."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ji bo jinûve destpêkirina hinardekirinê, divê bi hemû aliyan re, bi taybetî bi kompaniyan re, lihevkirin bê kirin.
Peymanên li Amerîkayê yasayî ne
Li ser peymanên ku vê dawiyê li Amerîkayê hatine îmzekirin, Serokwezîr Barzanî got, ev yek mafekî destûrî û yasayî yê Herêma Kurdistanê ye. Diyar kir jî, her du kompaniyên ku peyman bi wan re hatine îmzekirin, zêdetirî 15 sal in li Herêma Kurdistanê kar dikin, lewma peyman ji her alî ve yasayî ye.
Agirbesta li herêmê û rola Iraqê
Mesrûr Barzanî behsa rewşa giştî ya herêmê jî kir û ragihand ku "agirbesteke di navbera Îsraîl û Îranê de di berjewendiya tevahiya herêmê de ye û em hêvîdar in bibe sedema vegera aştî û aramiyê."
Di dawiyê de, Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ji ber hewldanên wî yên ji bo ku Iraq tevlî şer û aloziyên herêmê nebe.