ENKS bang li hikûmeta nû ya Şamê dike: Encamên "Kembera Erebî" hilweşîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera projeya nîjadperest a "Kembera Erebî" de, ENKSê ev proje wek yek ji siyasetên herî metirsîdar ên rejîma Beisê bi nav kir û bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed El-Şera kir ku hemû encamên vê projeyê hilweşîne, erd û zeviyan li xwediyên wan ên rewa vegerîne û pirsgirêka Kurd bi awayekî adil çareser bike.
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), bi boneya salvegera destpêkirina projeya "Kembera Erebî", daxuyaniyek weşand û tê de ev proje wek siyaseteke şovenîst û nîjadperest şermezar kir.
"Projeyeke ji bo guhertina demografiyê"
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 24ê Hezîrana 1974an de, rejîma Beisê bi biryara hejmar 521 dest bi cîbicîkirina projeya "Kembera Erebî" kir, ku armanca wê tunekirina nasnameya neteweyî ya Kurd û zeftkirina mafên wan ên rewa bû.
ENKSê diyar kir: "Ev proje yek ji siyasetên herî metirsîdar ên şovenîst bû ku ji aliyê rejîma Beisê ve hat meşandin. Li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê, li parêzgeha Hesekê, kembereke niştecihbûnê bi kûrahiya 15 kîlometreyan hate çêkirin. Bi sedan hezar donim erdên çandiniyê yên welatiyên Kurd ên resen hatin desteserkirin û li ser malbatên Ereb ên ku ji parêzgehên din hatibûn anîn, hatin belavkirin. Ev hewldaneke bi zanebûn bû ji bo guhertina demografiya herêmê û qutkirina pêwendiya cografî û dîrokî ya navçeyên Kurdî."
ENKSê amaje bi wê yekê jî kir ku ev proje berdewamiya "Serjimêriya Îstîsnaî" ya sala 1962an bû, ku di encamê de bi sed hezaran Kurd ji welatîbûna Sûriyeyê bêpar mabûn.
Daxwaz ji hikûmeta demkî û hêzên niştimanî
Encûmena Niştimanî ya Kurdî tekez kir, hemû encamên siyasî û yasayî yên vê projeyê "bi tevahî betal in" û divê di çarçoveya dadweriya veguhêz de werin çareserkirin.
ENKSê bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera û hêzên niştimanî yên Sûriyeyê kir û ev daxwaz pêşkêş kirin:
1. Betalkirina encamên "Kembera Erebî" û vegerandina erd û zeviyan li xwediyên wan ên rewa.
2. Bidawîanîna bandora serjimêriya 1962an û dayîna nasnameyê ji bo kesên bêpar mane.
3. Qerebûkirina zerar û ziyanên ku gihîştine mexdûran.
4. Destpêkirina diyalogeke ciddî bi şanda hevbeş a Kurd re ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk û adil ji bo doza Kurd.
Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê tekez kir ku çareserkirina doza Kurd li Sûriyeyê şertekî bingehîn e ji bo avakirina dewleteke demokratîk û nûjen ku li ser bingeha naskirina destûrî ya mafên hemû pêkhateyan, di serî de gelê Kurd, ava bibe.