Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike

Mesrûr Barzanî û  Irfan Sidîq
Mesrûr Barzanî û Irfan Sidîq

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 25.06.2025) pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Irfan Sidîq kir.

Di wê hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî tê de amade bûbû, zêdebarî tekezkirina zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêdivîtî û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de nerîn li hev guhertin.

Her du alî li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnerîn bûn, ku divê êdî neyê paşxistin.

Di pareke din a danûstandinan de, bûyer û pêşketinên deverê yên dawiyê hatin behskirin û tekez li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment