Trump: Dibe ku li nêzîk dîsa şer di navbera Îran û Îsraîlê çê bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê dibêje, “Êrîşên me yên li ser dezgehên atomî yên Îranê pir serkeftî bûn. Ew dezgeh niha bi temamî wêran bûne.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 25ê Hezîrana 2025ê) di konfranseke rojnamevanî de di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de got, “Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de qediya.”
Donald Trump amaje jî da, "Min pêştir gotibû ku Îran nabe xwediya çekên atomî. Êrîşên me yên li ser dezgehên atomî yên Îranê pir serkeftî bûn û ew dezgeh niha bi tevahî wêran bûne."
Navbirî tekez jî kir, "Me ji tevahiya cîhanê re nîşan da ku şiyana Amerîkayê ya bersivdanê bêhempa ye. Endamên NATOyê got ku wan qet tiştekî wisa nedîtiye.”
Serokê Amerîkayê got, "Me dezgehên atomî yên Îranê wêran kirin û me şiyana Îranê ya pîtandina ûranyûmê bo gelek salan paş xist, û êrîşên me Şerê Cîhanê yê Sêyê bidawî anî."
Trump ron jî kir, "Şer qediya, her du alî jî westiyayî ne, wan pir bi giranî şer kir. Dibe ku rojekê şerê navbera wan dîsa dest pê bike, dibe ku di demeke nêzîk de."
Navbirî di derheqa Lûtkeya NATOyê de jî got, "Me di wê lûtkeyê de destkeftiyên gelek mezin bi dest xistin. Endamên NATOyê razî bûn ku xerciyên bergiriyê bigihînin 5% ya berhemê navxwe, Amerîka du li ser sêyê ya xerciyên NATOyê dide."
Serokê Amerîkayê di derheqa şerê Rûsya û Ukraynayê de jî ragihand, "Ez hêvî dikim ku şerê di navbera wan de zû bidawî bê. Hefteya borî, ji her du aliyan 7 hezar leşker hatin kuştin. Êrîşên li ser bajaran berdewam in. Ger ez serok bûma, ew şer dê qet çê nebûba."
Trump di pareke din a gotinên xwe de got, "Raportên derew ên New York Times û CNN ez bêzar kirime. Min New York Times wekî şkestî binav kiriye."
Navbirî herwesa ragihand, "Amerîka dikare petrolê bifroşe Çînê, lê ez bi xwe naxwazim vê yekê bikim. Ez dixwazim Îran vê yekê bike da ku welatê xwe ji nû ve ava bike. Niha Îran gelek hewceyî pereyan e."
Serokê Amerîkayê di derheqa danûstandinên bi Îranê re jî got, "Em dê hefteya bê bi Îranê re danûstandinan bikin û dibe ku em peymanekê îmze bikin."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî ji aliyê xwe ve got, "Serok Trump amadebûna xwe ya ji bo axaftina bi her kesê ku aştiyê dixwaze re anî ziman. Hemî alî têkiliyên me yên aştiyane bi tevahiya welatên cîhanê re dixwazin."