Geştên asmanî li Balafirxaneya Silêmaniyê hatin destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pişka Peywendiyên Giştî û Ragihandina Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand, “Îro êvarê li Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê geştên asmanî hatin destpêkirin.”
Pişka Peywendiyên Giştî û Ragihandina Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê îro (Çarşem, 25ê Hezîrana 2025ê) di ragihandinekê de amaje da, “Îro êvarê geşta yekê ya asmanî ji aliyê hêla asmanî ya Iraqî ve ber bi Balafirxaneya Silêmaniyê ve û berevajî jî hat kirin.”
Li gorî wê ragihandinê, biryar e ku piştî rêkxistina bernameya geştên xwe, şîrketên din jî yên asmanî li gorî planên xwe geştên xwe yên asmanî dest pê bikin.
Serokê Yekîtiya Şîrketên Asmanî û Geştiyarî li Herêma Kurdistanê Lawend Memûdî duhî (Sêşem, 24.06.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Sibe geşta yekê ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi Stenbol û Beyrûtê ve dest pê dike, li rojên bê tevahiya geştan li balafirxaneyên Herêma Kurdistanê asayî dibin.”