Mesrûr Barzanî: Em lavayan dikin ku sala nû ya Koçî sala aştî û bidawîhatina şeran be

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala nû ya Koçî li hemî Misilmanan pîroz dike û dibêje, “Em ji Xudaê mezin lavayan dikin ku sala nû ya Koçî sala aştî û bidawîanîna şeran be.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) ji bo sala nû ya Koçî peyamek parve kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got, "Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî (1447), ez germtirîn pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, "Em ji Xudayê mezin û dilovan lavayan dikin ku sala nû ya Koçî sala aştî, aramî, bidawîanîna şer, wêrankarî, bêdadî û stemkariyê be."

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî (1447), ez germtirîn pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."

Em ji Xudayê mezin û dilovan lavayan dikin ku sala nû ya Koçî sala aştî, aramî, bidawîanîna şer, wêrankarî, bêdadî û stemkariyê be.

Sala nû ya Koçî li Misilmanan pîroz be û her di xêr û xweşiyan de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

02.06.2025

 
 
 
Fly Erbil Advertisment