Nêçîrvan Barzanî: Erkê me tevan e bo niha û paşerojeke baştir bo Kurdistaniyan bixebitin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê serê sala nû ya Koçî li tevaya Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dike û dibêje, “Ez hêvîdar im ku sala nû xêr û xweşî, tenahî û rehetiyê ji bo her kesî bi xwe re bîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek ji bo serê sala nû ya Koçî parve kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de gotiye, “Bi minasibeta serê sala nû ya Koçî, ez pîrozbahiyên germ pêşkêşî tevaya Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Ez 1ê Muheremê, serê sala nû ya Koçî, bi germî li tevaya Misilmanan li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku sala nû ji bo her kesî xêr û xweşî, tenahî û rehetiyê bi xwe re bîne û sala serkeftin û bexterweriyê be.

Bi vê minasibetê, em tekez dikin ku wekî herdem Kurdistan dê welatê pirrengî, pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û lêborîna di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî de be. Erkê me tevan e ku em pêkve ji bo niha û paşerojeke baştir ji bo Kurdistaniyan bixebitin

Hemî sal bi xweşî bin û li hemiyan pîroz be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

1ê Muherema 1447ê

02.06.2025

 
Fly Erbil Advertisment