Serok Barzanî serê sala nû ya Koçî li Misilmanan pîroz dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî serê sala nû ya Koçî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike û daxwaza rehetî û xweşiyê ji bo hemiyan dike.

Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi minasibeta hatina Yekê Muheremê, serê sala nû ya Koçî, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku, hatina sala nû ya Koçî bibe sedema rehetî û xweşiyê ji bo hemiyan û aştî û tenahî bi ser devera me û tevahiya mirovahiyê de bên.

Her di xêr û xweşiyan de bin

 

Mesûd Barzanî

1ê Muherema 1447ê Koçî

 
Fly Erbil Advertisment