Bijîşkekî Kurd li Amerîkayê bandorên çekên kîmyayî li ser Helebceyê lêkolîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bijîşkekî Kurd ê li Amerîkayê, bi lêkolîneke berfireh a 11 salan eşkere kir ku bandora çekên kîmyewî yên ku rejîma Baasê li dijî Helebceyê bi kar anîbûn, piştî 37 salan jî li ser ax, jîngeh û tenduristiya xelkê berdewam dike.
Pisporê xaneyên penceşêrê Dr. Aram Gelalî li Zanîngeha Harvardê, ev 11 sal in li ser bandora demdirêj a gazên Sarîn û Xardelê li Helebceyê lêkolînê dike.
Ev lêkolîn weke yekemîn lêkolîna di vî warî de tê zanîn ku bandora van gazan piştî bi dehan salan ji kîmyabaranê, li ser jîngeh û tenduristiya xelkê destnîşan dike.
Dr. Gelalî ji K24ê re ragihand, "Me xwast bandora demdirêj a gazên Sarîn û Xardelê li ser ax, jîngeh û laşê mirovan eşkere bikin. Divê her Kurdek hewl bide ku Helebceyê bike nasnameya cîhanî ya bikaranîna çekên kîmyewî."
Lêkolîn di konferanseke salane ya "Komeleya Dîroknasên Têkiliyên Derve yên Amerîkayê" de hat pêşkêşkirin.
Mamosteyê Zanîngeha Harvardê Asher Orkaby, kîmyabarana Helebceyê weke "yek ji mezintirîn êrîşên li ser sivîlan di sedsala 20an û 21an de" bi nav kir û got, "Helebce bi wateya tirs û tola çekên kîmyewî ya li dijî sivîlan e."
Ne tenê pispor û dîroknasên Kurd, lê yên biyanî jî di wê baweriyê de ne ku tiştê bi serê gelê Kurd de hatiye jenosîd e, lê civaka navdewletî di naskirina vê rastiyê de têk çûye.