Qatar geştên xwe bo Herêma Kurdistanê dide destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêla Asmanî ya Qeterê ragihand, piştî rawestandina demkî, ew geştên xwe yên asmanî bo Herêma Kurdistanê, Iraq, Sûriye, Libnan û Urdinê ji nû ve dide destpêkirin. Yekem geşta bo Hewlêrê dê sibe êvarî bigihîje firokexaneyê.

Hêla Asmanî ya Qeterê îro Duşemê, 30ê Hezîrana 2025an, li ser tora civakî ya “X” daxuyaniyek belav kir û tê de destpêkirina geştên xwe bo çend welatên navçeyê piştrast kir.

Li gorî daxuyaniyê, yekem geşta Hêla Asmanî ya Qeterê sibe, Sêşemê 1ê Tîrmehê, saet di 21:00 de li gor dema Hewlêrê, bigihîje Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Ji aliyekî din ve, geştên asmanî yên bo Urdin û Libnanê jî dê sibe Sêşemê dest pê bikin. Geştên bo Sûriyeyê jî dê di 6ê Tîrmehê de dest pê bikin, ku di destpêkê de dê rojane geştek be û ji 15ê Tîrmehê û pê ve dê bibe du geşt.

Hêla Asmanî ya Qeterê roja 13ê Hezîranê ragihandibû, ji ber şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Îranê de, wê geştên xwe bo ser Iraq, Îran û hejmarek welatên din rawestandibûn.

 
Fly Erbil Advertisment