Li Îzmîrê biryara binçavkirina 157 kesan hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi tohmeta gendeliyê dest bi operasyoneke berfireh li dijî Şaredariya Mezin a Îzmîrê ya CHPê kir.
Di çarçoveya operasyonê de, biryara binçavkirina 157 berpirs û karmendan hat dayîn, di nav wan de Şaredarê Berê yê Îzmîrê Tunç Soyer û Serokê Rêxistina CHPê yê Bajêr Şenol Aslanoglu jî hene. Ji aliyê xwe ve, CHP operasyonê weke êrîşeke siyasî ya plankirî pênase dike.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, lêpirsîn di sala 2024an de hatiye destpêkirin û biryara operasyonê li ser bingeha raportên Lêkolînerên Darayî, Dadgeha Hesaban û kesên pispor hatiye dayîn. Hat ragihandin ku di demjimêrên serê sibê de 120 kes hatine binçavkirin.
CHP: Ev êrîşeke siyasî ye
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê nerazîbûneke tund nîşanî operasyonê da û ragihand, ew careke din bi "operasyoneke berbanga sibê" ya li dijî partiya xwe hişyar bûne. CHPê bang li endam û alîgirên xwe kir ku li ber avahiya şaredariya Îzmîrê kom bibin û operasyonê protesto bikin.
Berpirsên CHPê diyar dikin, ji ber serkeftina wan di hilbijartinan de û bûna partiya yekemîn, ew bûne armanca êrîş û operasyonan. Wan weke mînak destnîşan kir ku ji 19ê Adarê ve Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê û hejmarek şaredarên navçeyan di zindanê de ne û ji bo hin şaredariyan jî qeyûm hatine tayînkirin.