Aydin Marûf: Hikûmeta Iraqê li ser çareserkirina pirsgirêkan cidî nîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ji Kurdistan24ê re radigihînr, “Iraq xelkê Herêma Kurdistanê birçî dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan ne cidî ye.” Herwesa dibêje, “Bexdayê zilm li kotayan kiriye.”
Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf di çavpêkeftinekê de ji Kurdistan24ê re amaje da, “Mijara mûçeyan mijareke hestyar e, mafê qanûnî û bingehîn ê fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê ye, lê Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ne cidî ye û niyeta wê baş nîne.” Herwesa got, “Bexdayê di dema borî de jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî cidî kar nekiriye.”
Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan eşkere jî kir, “Destûr, ku mafên tevaya pêkhateyan tê de hatine garantîkirin, wekî ku heye nayê bicîhanîn. Divê hikûmeta federal pabendî biryarên Dadgeha Federal û destûra Iraqê be, lê zihniyeta Bexdayê li derveyî destûrê biryaran dide û bi heza xwe siyasetê dike. Divê ew zihniyeta Bexdayê bê guhertin. Ev zihniyet ne niha ye ku zilmê li neteweya Kurd dike, lê pêştir jî zilm lê kiriye.”
Aydin Marûf di derheqa danûstandinên di navbera Hewler û Bexdayê de jî ragihand, "Danûstandin erênî bûn û nêzîkbûnek heye. Em hêvî dikin ku ev têgihîştin bigihîje lihevkirina dawiyê û şandina mûçeyên xelkê Kurdistanê çi pirsgirêk nemînin."
Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî li roja Çarşemê (28ê Gulana 2025ê) bi nivîsarekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.