Encûmena Wezîran li ser mûçeyan û hin mijarên din dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê li ser mûçeyên fermanberan, xanenişînî û garantiya civakî ya karkeran danûstandinan dike.
Fermangeha Medya û Zanyararan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 02ê Tîrmeha 2025ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive û danûstandinan li ser du xalan dike.”
Di xala yekê de, encamên civînên vê dawiyê yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şanda Hikûmeta Federal ji 29ê Hezîrana 2025ê heta 01ê Tîrmeha 2025ê bi amadebûna nûnerên şîrketên petrolê li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya şîrketa SOMOyê û şopandina xerckirina mûçeyên her du mehên Gulan û Hezîranê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê tên nîqaşkirin.
Di xala duyê de, raporta Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya li ser xanenişînî û garantiya civakî ya karkeran li Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina amar û haydariyên pêşketinan di vî warî de û pêşkêşkirina rasparde û pêşniyaran tên nîqaşkirin.